Kurdistan
Ûrmiye | 3 kesên din ji ber Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 3 kesên din ji ber Koronayê can dan.
Rêveberiya Tendurustiya parêzgeha Ûrmiyê, amarên nû yên Koronayê belav kir.
Li gorî amarên di nav 24 saetên borî de, 252 kes bi Koronayê ketine.
Herwiha Tenduristiya Ûrmiyê diyar kiriye, di 24 saetên borî de 3 kes jî bi Koronayê can dane û hejmara miriyan li wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê gihîştiye 3 hezar û 532 kesan.
Ji destpêkê heta niha 106 hezar û 392 kes li Ûrmiyê bi Koronayê ketine. Ji bilî yên mirî, piraniya pêketiyan baş bûne û tenê derdora 800 nexweşan li nexweşxaneyan mane.