TR KU SO
FB X
Kurdistan

Vatican News: Wê Papa serdana Kurdistanê bike

Admin H
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2019 22:27

PeyamaKurd – Rêberê xirîstiyanên katolîk ên cîhanê û Serokê Vatîkanê Papa Franciscus, sala bê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li gorî nûçeya Vatican Newsê, di bernameya sala 2020an a serdanên Papa Franciscus de, Herêma Kurdistanê jî cî digire.

Li gorî acendeyê Papa piştî serdana Bexda û Necefê dê serdana herêma Kurdistanê jî bike. Herwiha Papa dê li Necefê bi rêberê şîeyan Ayettullah Alî Sîstanî re jî bicive.

Dê Papa di serdana Hewlêrê ji xeynî rayedarên Kurdistanê bi nûnerên civaka mesîhiyên Kurdistanê re jî hevdîtinan bike.

Beriya niha çend caran rayedarên herêma Kurdistanê, li Vatîkanê serdana Papa kiribûn.

Parve bike: