TR KU SO
FB X
Kurdistan

Vekirina Deriyê Nisêbînê hate paşxistin

Admin H
Nivîskar
📅 14 hezîran 2026 14:01

PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed piştî nûçeyên derbarê vekirina Deriyê Sînorî yê navbera Nisêbîn-Qamişloyê ragihand ku wan li paytext Şamê li ser tevlîbûn û ji nû ve aktîfkirina birêvebirî û saziyên giştî yên parêzgehê, civînên pir girîng û serkeftî ligel aliyên pêwendîdar pêk anîne.

Di nav van hevdîtinan de, tîmên payebilind ên ji Wezareta Aborî û Pîşesaziyê, Wezareta Birêvebirina Herêmî û Jîngehê û herwiha tîma serokatiyê ya di bin serokatiya Ziyad Ayiş de cih girtin.

Ehmed destnîşan kir ku di van rûniştinan de piraniya dosyeyên krîtîk hatine gotûbêjkirin û ew astengiyên ku rê li ber vê pêvajoyê digirtin bi temamî hatine çareserkirin daku alozî û xitimandina îdarî bêt astengkirin û di rojên pêş de kar û xebat bi leztir bi rê ve biçin.

Vekirina Deriyê Nisêbînê

Li ser pirsa vekirina Deriyê Sînorî yê Nisêbînê ku di medyayê de nûçeyên li ser vebûna wê ya di nav hefteyekê de belav bûbûn Ehmed diyar kir ku ev pêvajo pêdivî bi demê heye û ji bo demekê hatiye bipaşxistin.

Nuredîn Ehmed, tekez kir ku ev yek bi teqezî di nav vê hefteyê de pêk nayê, lê belê bal kişand ser gavên giştî yên parêzgehê û got ku di nav vê hefteyê de ew ê di her warî de pêngavên nû û baş bavêjin.

Parve bike: