TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Vekisandina hêzên Amerîkî xetayeke pir mezin e'

Admin H
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2018 20:49

PeyamaKurd – Li demeke ku Şîeyên Iraqê amadekariya pêşkeşkirina projeyasaya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê dikin, Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê li dijî wan hewlan derket.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Ebubekir Ehmed ji medya Kurdistanê re ragihand ku heger ji Parlamentoya Iraqê biryareke bi rengê vekişandina hên Amerîkayê derkeve ev dê xetayeke mezin be û got, “ Mayîna Amerîkayê li Iraqê gelekî girîng e. Niha ne dema pêngaveke wiha ye.”

Çavdêrên siyasî jî li ser hewlên Şîeyan dibêjin, mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê girêdayî polîtîkaya Amerîkayê ya li hemberî Îranê ye ku bizavên şîeyên Iraqê jî ji vê nerazî ne.

Herwiha di nirxandinan de tê gotin ku niha ne mimkun e Amerîka ji Iraqê hêzên xwe vekişîne û bi temamî derkeve.

Parve bike: