TR KU SO
FB X
Kurdistan

Vemirandina agirê petrola Kerkûkê dewam dike

Admin M
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2020 04:46

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê li seha Habbazayê ya petrolê hefteya borî DEAŞ ê agir berdabû du bîrên petrolê, vemirandina agir dewam dike û hem di derbarê bûyerê de kesên ku destên wan di mijarê de hene, li ser wan lêpirsînekî berfireh dewam dike.

Li ser bûyerê serokê komisyona petrolê û enerjiyê ya Parlementoya Iraqê Heybet Habûsî, li seha petrolê lêgerînekî kir û kontrola vemirandina agirê bîran kir.

Halbûsî ragihand ku di bûyerê de îhmala wezîfedarên bîrên petrolê heye û îhmalan tesbît kirine û divê bîrên petrolê bêhtir bên parastin. Hem bo parastina bîrên petrolê wê planeka baştir bê amadekirin.

Rêvebirê seha petrolê yê bakûr Muhammed el- Meşayîxî got ku rojane 100 hezar varêl petrol zerara wan heye bi sedema hatina bayê vemirandina agir bi zahmetî têkirin.

Parve bike: