Kurdistan
VÎdeo | Dewriyeya Rûs-Tirk vê carê bi parastina helîkopteran geriya
PeyamaKurd - Dewriya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê ya 6emîn ku di çarçoveya rêkeftina Soçî ya 22yê Cotmehê de biryar li ser hatiye standin, îro li rojavayê Dirbêsiyê geriya. Hat zanîn ku vê carê bi çavderî û parastina helîkopteran dewriyeya bejahî geriyaye.
Hat zanîn ku li gundewarên Dirbêsiyê ev cara 3yemîn e dewriyên hevbeş yên Rus–Tirk digerin.
Piştî protestoyên xelkê herêmê li dijî dewriyeyên artêşa Tirkiyê, vê carê helîkopter jî bi dewriyeyê re geriyan.
Berî niha li Kobanê û Amûdê dewriye rastî bertekên tund hatibûn şêniyên herêmê kevir bi ser wan de avêtibûn.
Herî dawî di dewriyeya dorêbera Kobaniyê de, mudaxele li xelkê protesto dikir hatibû kirin û 8 kes birîndar bûbûn.