TR KU SO
FB X
Kurdistan

VIDEO | Îsmet Sêx Hesen: Me bi Rûsya û rejîma Sûriyê re li hev kir

Admin H
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2019 01:16

PeyamaKurd - Hevserokê Komîteya Parastinê yê Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen, diyar kir ku wan bi Rûsya û Rejîma Sûriyeyê re li hev kirine û dê hêzên Suriyê werin deverên wan.

Hevserokê Komîteya Parastinê yê Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen îro êvarê di roja 5an a êrîşên Tirkiyê de, li ser encamdana hevdîtinên wan bi Rûsya û rejîma Sûriyê re daxuyaniyeke girîng da ku rewşa meydanî bi temamî guherand.

Hesen got, "Tişta ji destê me tê em dikin. Me bang li hemû dewletan kir. Lê tiştek nekirin. Em ê bibin dermanê derdê xwe û birînên xwe bikewînin."

'ME BI RÛSYA Û REJÎMA SÛRIYÊ RE LI HEV KIR'

Hesen xwest ku kurd li dijî êrîşan yek bin û ev agahî dan: "Me bi Rûsya û Rejîma Sûriyeyê re li hev kir. Divê ku îro heta êvarê werin. Em ê bi tu kesî bawer nebin. Em ê li ser piyê xwe bisekinin. Divê herkes xwe bi çek bike. Herkes amadekariyên xwe bike û malên xwe terk neke. Bila leşker û diz nekevin malên me."

Parve bike: