TR KU SO
FB X
Kurdistan

VÎDEO | Li Mahabadê hejmarek ji hêzên polîsên Îranê derbasî aliyê serhildêran bûn

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2022 18:04

PeyamaKurd – Li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ku şeva borî hejmarek zêde hêzên rejîma Îranê ji bo tepeserkirina xelkê derbasî bajêr bûn, geşedanên nû çêdibin.

Ev çend roj in serhildana gel a li Mahabadê berfireh bûye û piraniya bajar tevî dezgehên hikûmî di bin kontrola serhildêrên Kurd de bû û hemû kolanên bajêr ji aliyê gel ve hatine girtin.

Li gorî zanyariyên dawî yên îro digel dîmenên vîdyoyî hatine belavkirin, hejmarek ji hêzên polîsên Îranê derbasî aliyê serhildêran bûne û piştevaniya wan dikin.

Di dîmenên hatine belavkirin de xuya dike ku hêzên polîs piştevaniya xwepêşanderan dikin û gel jî wan bi çepikan û diruşman silav dike.

Ji bo Mahabadê bangên piştevanî û hawarçûnê têne kirin

Parve bike: