Kurdistan
VÎDEO | PKK û milîs li xalên kontrolê hilbijêrên Singalê vedigerînin û nahêlin dengê xwe bidin PDKê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê di roja dengdana hilbijartinên giştî yên Iraqê de, hilbijêrên Şingalê yên dixwazin biçin navendên dengdanê li xalên kontrolê ji aliyê çekdarên PKKê û milîsên Heşda Şeibî ve têne vegerandin û nahêlin yên dixwazin deng bidin PDKê derbasî navendên dengdanê bibin.
Li gorî dîmenên belav bûne, kesên ku dixwazin li Şingalê biçin navendên dengdanê ji aliyê çekdarên PKK û milîsan ve têne astengkirin û nahêlin biçin dengên xwe bidin PDKê.
Di vîdyoya li ser medya civakî hatiye belavkirin de hilbijêrekê Şingalê dibêje: “Tevî ku karta me ya dengdanê heye jî endamên PKKê nahêlin em beşdarî dengdanê bibin û rê nadin em dengê xwe bidin namzedê PDKê.”