TR KU SO
FB X
Kurdistan

Vîrusa korona li Kurdistanê ji kontrolê derneketiye

Admin H
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2020 01:44

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Qadir ragihand ku vîrusa koronayê li Kurdistanê ji bin kontrolê derneketiye û çavdêrî û dermankirina nexweşan jî hêsantir bûye.

Dr. Mihemed Qadir ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, “Vîrusa Koronayê li Kurdistanê ji bin kontrolê derneketiye. Heger ji bin kontrolê derkeve tê wê wateyê ku êdî cih bo razandin û dermankirina nexweşan nemaye û nexweş li kolanan dikevin û dimirin. Şikir tiştekî wisa li Kurdistanê nîne.”

Berdevkê wezaretê got, yên ku nexweşiya wan siviktir e li malên xwe tên dermankirin û tîmên tenduristiyê jî çavdêriya wan dikin.

Dr. Mihemed Qadir da zanîn, niha çavdêrî û dermankirina nexweşên Koronayê hêsantir û bileztir bûye, ji ber ku derfet û amûrên tenduristiyê yên baş gihîştine Kurdistanê.

Parve bike: