TR KU SO
FB X
Kurdistan

Waliyê Hewlêrê li ser bûyera walîtiyê axivî!

Admin V
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2018 18:11

PeyamaKurd- Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî di derbarê bûyera li dijî avahiya walîtiya Hewlêrê de daxuyaniyek da û got: “Vê sibehê seet li 07:12an 3 êrîşkaran xwestin ku têkevine avahiya walîtiyê. Di devê dêriyê walîtiyê de polîsek birîndar kirin.”

Piştî vê geşedanê hêzên ewlehiyê operasyonek kirin û her sê êrşîkarên çekdar kuştin. Di encama êrîşê de memûrekî ku di avahiyê de wezîfedar bû jî jiyana xwe ji dest da.

Hadî wiha berdewam kir: Heta niha me nasnameya êrîşkaran tespît nekiriye. Divê welatiyên me sakin û aram bin. Niha qontrol di destê ehlehiyê de.

Parve bike: