TR KU SO
FB X
Kurdistan

Waliyê Mêrdînê bi ciwanan re stranên Kurdî dibêje

📅 25 berfanbar 2019 13:44

PeyamaKurd -  Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman bi ciwanan re stranên Tirkî û Kurdî û yên Ahmet Kaya gotin.

Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman li navçeya Artuklu ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê serdana dikandar û esnafa kir. Mustafa Yaman ligel  parlamentera berê ya AKPê ya Wanê Gulşen Orhan li Kuçeya Çandê geriya.

Yaman li vê derê kargehek ziyaret kir û ciwanên ku stran digotin dît. Yaman li cem ciwanan rûnişt, ew qasekî guhdarî kirin û bi wan re sohbet kir.

Yaman û Gulşen Orhan paşê bi ciwanan re stranên Tirkî û Kurdî gotin, helbest xwendin.

Welatiyên ku ji wir re derbas dibûn jî ew guhdarî kirin.

Parve bike: