Wan | Di karesata asûtê de hejmara qurbaniyan bû 39
PeyamaKurd - Li navçeya Wanê Miksê hejmara qurbanîyên aşûtê derket 38 kesan.
Li ser rêya Xirapetê ya di navbera bajarokên Şax û Miksa parêzgeha Wanê de ji roja sêşemê vir vê du aşût pek hatin û di encama wan aşûtan de hejmara qurbanîyan derket 39 kesan.
Piştî rûdana bûyerê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin kirin û di encamê de 60 kes hatin rizgarkirin.
Ji ber metirsiya rûdana aşûteke din, duh Çarşemê xebatên lêgerînê hatibûn rawestandin û ew herêma aşûtê bi qasî 10 kîlometran hatibû valakirin ji bo ku tevdîrên zêdetir bên wergirtin.
îro Pêncşemê (06.02.2020) li navçeya Miksê ya Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo kesên di bin aşûtê de mane îro dîsa dest pê kirin û di encamed de cenazeye kesekî din hat derxistin û hejmara qurbaniyên aşutê derket 39an.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca eşkere kiribû ku 75 kes birîndar bûne.