Kurdistan
Wan | Sivanek mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Li navçeya Bêgiriyê şivanekî bi navê Mehmet Kaya mirî hat dîtin û di derbarê bûyerê de 3 kes hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, Mehmet Kaya yê li gundê Korsot ê li navçeya Bêgiriya Wanê şivantî dikir, li cihê ku pezê xwe lê diçerand mirî hat dîtin.
Herwiha hat zanîn ku Kaya bi çekê hatiye kuştin û cenazeyê Kaya ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Di derbarê bûyerê de 3 kes hatin desteserkirin.