TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wê hemû biryarên dadgehan êdî tenê bi Kurdî bên nivîsandin

Admin H
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2022 22:23

PeyamaKurd – Encûmena Bilind a Darazê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryar hatiye dayîn hemû biryar û nivîsên pêvajoya darazê tenê bi Kurdî bên nivîsandin û ragihand.

Herwiha hatiye diyarkirin ku biryar piştî şêwr û danûstandinên ligel Parlamentoya Kurdistanê, Desteya Destpakiyê û akademiya Kurdistanê hatiye dayîn ku tenê di rewşên taybet û neçarî de wê erebî di biryarên darazê de were bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku biryar hatiye dayîn ku bi pêşengiya Parlamentoya Kurdistanê, Wezaret Dadê, Akademiya Kurd û Desteya Destpakiyê ferhengeke hiqûqê ya Kurdî jî were amadekirin.

Parve bike: