Wê Kanada ji bo ciwanên Kurd hêsankariya vîzeyê bike
PeyamaKurd - Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Kanadayê Ehmed Husên ragihand ku ew piştgiriyê didin daxwaza vekirina Konsulxaneya Giştî ya Kanadayê ya li Hewlêrê û dê ji bo xwendekar û geştiyarên Herêma Kurdistanê di warê dayîna vîzeyan de hêsankariyên berbiçav bikin.
Husên di bernameya Rûdaw TVyê de behsa çavdêriyên xwe yên li herêmê kir û diyar kir ku aramî, geşbûna aborî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê ew matmayî hiştiye.
Husên li ser sîstema vîzeyê mizgînî da ciwanan û eşkere kir; kesên ku berê vîzeya Amerîkayê wergirtibin an jî serdana Kanadayê kiribin, dê bêyî lêkolînên ewlehiyê yên demdirêj û bi awayekî zû vîzeya Kanadayê wergirin.
Herwiha Husên li ser pirsa gendeliya li Iraqê jî bal kişand ser tecrûbeya welatê xwe ku di nav 182 welatan de di rêza 16an a şefafiyetê de ye û tekez kir ku ji bo avakirina baweriya gel, divê serweriya qanûnê û serxwebûna dadgehan hebe û her berpirsek mal û milkê xwe eşkere bike.