TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wê Nûnerê NYyê li Oslo bi nûnerên 'Rojava' re bicive

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2019 17:22

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tê pêşbînîkirin Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir O. Pedersen, li paytexta Norwêc Osloyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojava û rayedarên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) re hevdîtinekê pêk bîne.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 23yê Adara 2019an serkeftina dawî li dijî DAIŞê ragihand, şandeyên cuda ji welatan serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku herî dawî şandên Pentagonê û Hevpeymaniya Navdewletî û yên wekî welatên Fransa û Erebistana Siûdî serdana herêmê kirin û bi rayedarên HSD û rêveberiya xweser re civiyan.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên MSDê tê çaverêkirin ku li Osloyê bi Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir O. Pedersen re hevdîtinekê pêk bînin.

Parve bike: