TR KU SO
FB X
Kurdistan

We Parlamena Kurdistanê ji bo 4 pêsniyar yasayan bicive

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2021 18:30

PeyamaKurd – Berpirsê ragihandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir ragihand ku roja Çarşemê Parlamentoya Kurdistanê dicive.

Saman Ehmed Bekir da xuyakirin, roja 31ê Adarê Çarşemê Parlamento dê bicive û bernameya karê civînê jî destpêkê xwendina yekem li ser nûjenkirin û sererastkirina yasaya elektrîkê û ya din nûjenkirina yasaya desteya destpakiyê ye.

Bekir li ser mijarên din ên civînê jî got, di civînê de berdewamî li ser xwendina duyem a li ser pêşneyara yasaya tor û bingehên avê li herêma Kurdistanê, ku berî cejna Newrozê li parlamentoyê xwendina wê ya duyem bo heft madeyên pêşniyar yasayê hatibû kirin. Mijara çarem jî rûniştina xwendina duyem bo pêşniyar yasaya parastina berhemên neftî li herêma Kurdistanê ye.

Parve bike: