Kurdistan
Wê temamê rêvebiriya HDP ê bi zimanê Kurdî perwerde bibe
PeyamaKurd – HDP ê biryarê da bi sedema roja zimanê bav û kalan ya di 21 ê sibatê de perwerda zimanê Kurdî bidin destpêkirin. Her dû hevserokên HDP ê Mithat Sancar û Pervin Buldan di nava wan de dê rêvebiriya HDP ê bi Kurdî perwerde bibe.
HDP, bo zimanê Kurdî bibe yê perwerdê û di destûra bingehîn de bê naskirin, ji xwe re nexşerêyekî danîbû û bo rêvebirina mijarê Komîsyona Şopandina Nexşerêyê hatibû avakirin. HDP dê di roja 21 ê sibatê de dest bi perwerda zimanê Kurdî di zaravayên Kirmanckî-Kirdkî-Zazakî-Kurmancî dest bi perwerdê bike.