TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wê Wezîrê Pêsmerge li ser Odeya Hevbes a Pêsmerge û Iraqê agahiyên berfireh bide parlamentoyê

Admin H
Nivîskar
📅 25 gulan 2021 21:20

PeyamaKurd - Seroka komîsyona deverên Kurdistanî li Parlementoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand, pêkanîna odeya hevbeş di nav Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêngaveke baş e.

Parlementera Kurdistanê û seroka komîsyona deverên Kurdistanî Ciwan Yûnis Rojbeyanî daye xuyakirin ku pêkanîna odeya hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêngavek baş e. Her rêkeftin ji bo berjewendiyên xelkê deverên Kurdistanî were kirin, tiştekî baş e.

Ciwan Yûnis Rojbeyanî eşkere kir, “Me wezîrê Pêşmerge vexwandiye parlementoyê û dê di çend rojên bê de beşdarî civîna parlementoyê bibe û li ser wê odeya hevbeş agahiyên berfireh bide me.”

Rojbeyanî herwiha got, ew hêvîdar in odeya hevbeş bibe destpêkek ji bo asayîbûna rewşa deverên Kurdistanî.

Parve bike: