TR KU SO
FB X
Kurdistan

Welatiyekî Kerkûkî giliyê parêzgarê Turkmen li Dadgeha Federal kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 tebax 2026 14:02

PeyamaKurd - Welatiyê Kerkûkî Diyar Ebdulrezaq ji ber daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman ên li dijî Madeya 140î, serî li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê da û giliyê wî kir.

Ebdulrezaq ragihand ku Madeya 140î madeyeke destûrî ye ku bi dengê sedî 78ê gelê Iraqê hatiye pejirandin û diyar kir ku daxuyaniyên parêzgar êrîşa li ser destûrê ne.

Welatiyê Kerkûkî tekez kir ku ev daxuyanî aramiya civakî û aştiya di navbera pêkhateyan de dixe xetereyê û destnîşan kir ku Seman bi xwe jî li gorî heman destûrê bûye parêzgar.

Pêvajoya giliyê piştî wê yekê hat ku Parêzgarê Kerkûkê û Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman di bernameyeke televizyonî de danîna Madeya 140î wekî "xeletiya herî mezin a stratejîk a dewleta Iraqê" bi nav kiribû. Seman diyar kiribû ku wan wekî pêkhateya Tirkmenan ew destûr red kiriye ji ber ku bawer dikirin di paşerojê de pirsgirêkan derdixe. Ev di demkê de ye ku Madeya 140î ji bo çareserkirina pirsgirêka herêmên nakok û nehêlana siyaseta erebkirinê hatibû danîn û diviyabû heta dawiya sala 2007an dihat bicihanîn.

Parve bike: