TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wendawî ji pişka Tirkmenan bû parêzgarê nû yê Kerkûkê

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2026 15:49

PeyamaKurd - Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro 14ê Mijdara 2026an, namzedê Bereya Tirkmenî Qehtan Wendawî wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hilbijart.

Di rûniştina encûmenê de ji 15 endamên amadebûyî 14 endaman dengê "Belê" dan Wendawî û tenê dengek hat pûçkirin.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ragihand ku prose di çarçoveya rêkeftina hemû aliyên siyasî de birêve çûye da ku valahiya kargêrî û ewlehiyê ya bajêr bi dawî bibe.

Ji aliyê din ve, Endamê Fraksiyona Erebî Şêx Zahir Asî diyar kir ku li gorî peymana dorvegeriya postê, Wendawî dê heta serê sala nû (01-01-2027) di erka xwe de bimîne û paşê dê posta parêzgariyê ji bo pêkhateya Erebî bê spartin.

Parve bike: