TR KU SO
FB X
Kurdistan

Weqfa Barzanî sêbare karwana alîkariyê sand Rojava

Admin M
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2019 05:23

PeyamaKurd- Weqfa Barzanî îro karwana alîkariyê ya sêyem şand bo Rojavayê Kurdistanê. Serokê Weqfa Barzanî Mûsa Ahmed weha ragihand:

“Em îro karwaneka ji 11 TIR an pêkhatî dişînin Rojavayê Kurdistanê. Di nav alîkariyan de pêdiviyên zivistanê û malzemeyên tenduristiyê hene.”

Serokê Weqfê Mûsa Ahmed got ku ji bilî rêvebiriyê, bi xelkê Rojava re her dem têkiliyên wan hene. Malzeme li gor pêdiviyên muxatabên wan ku li aliyê dinêne xwestine hatine amadekirin û eweliyatê dane pêdiviyên zarokan û hem heya niha 35 TIR alîkarî şandine bo Rojava.

Parve bike: