TR KU SO
FB X
Kurdistan

"Weqfa Barzanî ya Alîkariyê", bi hawara Efrîniyan ve çû!

Admin V
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2018 13:39

PeyamaKurd- Weqfa Barzanî ya Alîkariyê, alîkariya xwe gihande penaberên Efrînî yên ku koçî Hewlêrê kirine. Weqfê; xwarin û qlîmayê avê dane penaberan.

Erkdarê “Weqfa Barzanî ya Alîkariyê” yê bi navê Îsmaîl Ebdulezîz ji çapemeniya Kurdistanê re axivî û got ku ev cara sisêyan e ku em alîkariya gelê Efrînê dikin û alîkarî wê bidomin.

Ebdulezîz wiha dewam kir: “Me alîkarî bi 128 malbatan kir. Me pakêtên xwarinê û qlîmayên avê dane wan. Berî niha jî me heman alîkarî bi 63 malbatan kiribû.

Ebdulezîz got ku me ev xebat bi alîkariya Mîrekên Ereban yên Yekbûyî kirin.

Parve bike: