TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wesayîta penaberan qeza kir | 2 penaberan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2021 15:59

PeyamaKurd – Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, wesayîta penaberan qeza kir û di encamê de 2 penaberan can dan. 

Li Bazîdê, wesayîta bi plaqeya 34 DJB 688 ku penaber tê de bûn û polîsan ew dişopandin, ji rê derket û li dîrekê ceyranê qelibî. Di encama qezaya do şev pêk hat de, 5 penaber birîndar bûn. Ji wan penaberên bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dr. Yaşar Eryilmaz a Dewletê, 2 penaberan can dan.

Herwiha, wesayîta polîsan a ku wesayîta penaberan dişopand jî qeza kir. Di encama qezayê de, 2 polîs brîndar bûn. Hat hînbûn ku rewşa polîsên rakirine nexweşxaneyê baş e.

 

Parve bike: