TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Derve ya Amerîkayê dest bi nûkirina Lalesê kir

📅 16 berfanbar 2019 17:02

PeyamaKurd - Şaredarê Şêxanê ragihand, Wezareta derve ya Amerîkayê projeya nûjenkirina Perestgeha Laleşê daye destpê kirin.

Serokê şaredariya Şêxanê û Serpereştiyarê Nûjenkirina Perestgeha Laleşê Xalîd Nermo ragihand, îro Duşemê (16.12.2019) li gor bernameya parastin û nûjenkirina cîhên dîrokî û çandî yên Kurdistan û Iraqê, ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve, projeya nûjenkirina Perestgeha Laleşê, ku berê civata ruhaniya êzdiyan û Zankoya Pensîlvanyayê rêkeftin li ser kiribûn dest pê kir.

Herwiha got, proje bi serpereştiya tîmeke zankoya Pensîlvanya û civata ruhaniya êzdiyan ve berdewam dibe. Yekem car e ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka û balyozxaneya wî welatî ya Bexdayê ve budçeyek bo perestgeha Laleşê tê terxankirin.

Berî niha ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û hejmarek kesên xêrxwaz ve 500 milyon dînar bi armanca nûjenkirina perestgeha Laleşê re hatibû cuda kirin. Ji ber wê sedî 10ê nûjenkirina projeyê hatibû pêk anîn.

Parve bike: