TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Elektirîka Kurdistanê dest bi danîna sîstema elektironîk kirin

Admin L
Nivîskar
📅 24 sibat 2021 16:05

PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Elektirîka Kurdistanê diyar kir, wan dest bi danîna sîstema elektironîk kirine bo çareserkirin û çavdêrîkirina baştir ya arîşeyên elektirîkê.

Li gor Berdevkê Wezareta Elektirîkê Umêd Ehmed daye zanîn, me dest bi danîna sîstema elektironîk ya bi navê “GIS” kiriye û em tevahiya agahî û zanyariyên girêdayî elektirîkê dixin nav wê sîstemê.

Herwiha Umêd Ehmed destnîşan kir, sîstema elektironîk dê çareserkirin û çavdêrîkirina arîşeyên elektirîkê hêsantir bike û emê bikarin zêdetir xizmeta welatiyan bikin.

Herî dawî Berdevkê Wezareta Elektirîkê da zanîn jî, xeAbatên danîna sîstema elektironîk li parêzgeha Silêmaniyê dest pê kiriye û dê seranserî parêzgehên Kurdistanê bikeve nav sîstema elektironîk.

Parve bike: