Kurdistan
Wezareta Navxwe daxuyaniyek li ser sêwaza derxistina mohleta sofêriyê da
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, daxuyaniyek li ser şêwaza derxistina mohleta şofêriyê ya navdewletî da.
Wezareta Navxwe di daxuyaniyê de destnîşan kir, mohleta şofêriya navdewletî tenê bi îmzeya berpirsê giştî yê trafîka Kurdistanê yan jî berpirsê giştî yê trafîka Iraqê tê derxistin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ew kesên ku mohleta şofêriya navdewletî derdixin, divê her sal 50 hezar dînar bidin Hikûmetê û tenê ew kesê ku navê wî/wê li ser mohletê heye, dikare otomobîlê bikar bîne, ne kesekî din.