TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê amarên ewlekarîyê yên berîya Newrozê eskere kirin

📅 20 adar 2019 17:46

PeyamaKurd - Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku berîya cejna Newrozê 2 hezar û 423 kes hatine desteserkirin û ji wan 160 kes hatin girtin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku berîya cejna netewî ya Newrozê di çarçoveya oprasyonên li seranserê Tirkîyê 2 hezar û 423 kes hatine desteserkirin.

Wezareta Navxweyî ya dewleta Tirkîyê bi daxuyanîyekê nivîskî ragihand ku di çarçoveya ‘Çalakîya Ewlehî û hizûra Tirkîye 2019/2yan’ ya berîya cejna kurdî Newrozê da, di 21 hezar û 738 xalan da lêgerîn hatiye kirin û di encama van lêgerîn û lêpirsînan da, li seranserê Tirkîyê 2 hezar û 423 kes hatine desteserkirin û ji wan jî 160 kes hatin girtin.

Herweha di operasyonan de gelek çek û teqemenî û madeyên hişber jî hatin desteserkirin.

Ji alîyê din ve 3 heb kargeh hatin mohrkirin û 891 wesayît hatin girtin û ji wan wesayîtan 7 heb ji trafîkê hatin men kirin.

Parve bike: