TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Pêsmerge bi Sêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 13 nîsan 2022 12:18

PeyamaKurd Rêveberê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge, bi Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re civiya.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Rêveberê Çaksaziyê Emîdê Endezyar Nebez Selah, bi Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê Todd Burroughs re civiya û Burroughs piştevaniya xwe ji bo hejmarek projeyên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge car din anî ziman.

Wezareta Pêşmerge da zanîn, di civînê de li ser projeya stratejîk a ragihandin û hişyariyê ya li Wezareta Pêşmerge gotûbêj hat kirin, ku bi hevahengiya tîmên çaksaziyê û Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariya Niştimanî birêve diçe.

Herwiha Wezareta Pêşmerge eşkere kir, projeya yekkirin û rêkxistina hemû hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, hat gotûbêjkirin.

Parve bike: