TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Pêsmerge: Em bi ti rengî di nav operasyonê de nînin

Admin M
Nivîskar
📅 21 nîsan 2022 04:27

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser operasyonên dawiyê yên ku ji aliyê TSK an ku artêşa Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê li deverên Ava Şîn, Metîna, Zap û Basiyan dikin, li deveran bi PKK ê şer dikin, wezaret ragihand ku bi ti rengî ew di nav operasyonan de nînin. Wezareta Pêşmerge li ser gotinên di medyayê de ku dibêjin Pêşmerge di nav operasyona bi navê ‘Pençe-Kilit’ ê de ne, bi nivîskî daxwuyaniya xwe da.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku wan gotinên di derbarê wan de tên gotin, ti eslê wan gotinan tinene û weha dewam kir:

“Piştî artêşa Tirkiyê li sînorên Herêma Kurdistanê dest bi operasyonan kir, hinek çapemeniyên bê perwa û bê bersiyarî gotin ku Pêşmergên Kurdistanê jî tevlî operasyonan bûne an jî destekê dane artêşa Tirkiyê.

Em wek wezareta Pêşmerge van gotinên han red dikin. Em radigihînin ku hêzên Pêşmerge bi ti rengî tevlî operasyonan nebûne û neketine nav tevgerê.

Pêşmerge weka her wextê di çeperên xwe yên berevaniyê de ne, bi hezrin û nahêlin ku ti alî ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin, wan bikin seha desthilata xwe. Ji ber xelkê Kurdistanê salên dirêje bedela dijberiyên herêmê dide û zerarê dibîne.

Divê herkes li desthilata Herêma Kurdistanê û Iraqê rêz bigre.”

Parve bike: