Kurdistan
Wezareta Tenduristiyê: 3 kes mirin û 164 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 25ê Kanûnê ya ser rewşa dawî ya vîrusa koronayê Covid-19 de, ragihand ku di nav 24 saetên dawî de 164 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Wezaretê herwiha eşkere kir ku 3 kes jî li seranserê Herêma Kurdistanê ji nexweşiya koronayê mirine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nav rojekê de 275 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Tevî amarên îro hatine ragihandin, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 102 hezar û 581 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 362 kes û heta niha 68 hezar û 454 kes jî baş bûne.