TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Tenduristiyê amarên dawî eskere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 gulan 2020 02:49

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên vîrusa koronayê eşkere kirin.

Wezaretê ragihand ku di 24 saetên borî de ti haleteke nû nehatiye tomarkirin, hejmara tevahiya tûşbûyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê 404 kes in, di nav wan de, 5 haletên mirinê hene, 383 nexweş baş bûne û nexweşên mayî jî tenê bi tevahî 16 kes in.

Ragihandina 17ê Gulanê ya Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 83

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî: 

  • Karantîna

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (11,025) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,176) hevwelatî, li (32) cihên cuda, di kerentînan de man e, (515) li Hewlêrê, (163) li Silêmanîyê, (497) li Duhokê û (1) jî li Raperîn. (9,849) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (11) Hevwelatî ne. 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,082) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (511) li Hewlêrê, (345) li Silêmanîyê, (226) li Duhokê.

Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê ne hatine tomarkirin. 

Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 50,483 pişkinîn bûne. 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (404) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (383) nexweş jî baş bûne û nexweşên mayî jî tenê (16) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin. 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

17-5-2020

Parve bike: