TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên Covid-19 eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 01 hezîran 2021 21:10

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 537 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 1ê Hezîranê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 537 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 106 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê, 139 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 52 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 688 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 170631 kesan, ya mirinan bû 4285 kes û heta niha 157052 nexweş jî baş bûne.

Parve bike: