Kurdistan
Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên rewsa Covid-19 eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê belav kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand, 704 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî pê mirine.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt156 hezar û 653 kesan û ya mirinên ji destpêkê heta niha jî bû 4 hezar û 108 kes.
Herwiha li gorî amarên îro Yekşemê hatine eşkerekirin, ji doh ve 1320 nexweşên koronayê baş bûne û hejmara başbûyan jî ji destpêkê heta niha gihîştiye 136 hezar û 879 kesan.