Wezareta Tenduristiyê amarên hefteyekê eskere kirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên hefteyekê ya nexweşiya Covid-19 belav kir. Li gor amaran di nav hefteyekê de 132 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û li gor hefteya berê, hejmara pêketinê û rêjeya mirinên bi koronayê kêm bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin; li Herêma Kurdistanê di nav hefteyekê de 3 hezar û 520 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 hezar û 154 nexweş jî baş bûne.
Hat ragihandin ku di nav hefteyekê de 30 hezar û 573 testên koronayê hatine kirin û li gor hefteya berê, rêjeya pêketina koronayê û mirinan li Herêma Kurdistanê kêmtir bûye.
Hefteya berê 163 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 3 hezar û 712 kes jî bi koronayê ketibûn.
Li seranserê Herêma Kurdistanê heta niha 27 hezar û 621 kes bi koronayê ketine, 17 hezar û 386 kes baş bûne û 1032 kes jî mirine.