TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Tenduristiyê: Kesên ji Brîtanyayê vegerin wê bikevin bin çavdêriyê

Admin H
Nivîskar
📅 21 berfanbar 2020 18:22

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê li ser belavbûna cureya nû ya vîrusa koronayê ji Brîtanyayê ragihand ku wan dest bi wergirtina tedbîran kiriye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê dest bi girtina tedbîran li hember cureya nû ya vîrusa koronayê ku li Brîtanya belav bûye kiriye.

Dr. Hewêzî daye xuyakirin ku di çarçoveya wê planê de her kesên ku ji Brîtanya vegeriyabin yan jî vedigerin, dê bikevin bin çavdêriya hûr a tenduristiyê.

Parve bike: