Wezareta Tenduristiyê: Ti haleteke nû nehatiye tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 19ê Nîsanê ragihand, di 24 saetên borî de ti haletên nû yên tûşbûna Covid-19 nehatine tomarkirin, lê ji 337 tûşbûyên koronayê hejmara kesên baş bûne gihîştiye 260 kesan.
Naveroka Ragihandina Wezareta Tenduristîyê wiha ye:
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (8,220) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,673) hevwelatî di kerentînan de man e di (32) cihên cuda de, (593) li Hewlêrê, (173) li Silêmanîyê, (878) li Duhokê û (29) jî li Raperîn. (6,547) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (316) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,265) pişkinîn hatin encamadan. (487) li Hewlêrê, (274) li Silêmanîyê, (451) li Duhokê, (18) li Helebce û (35) jî li Soran.
Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (337) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (260) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
19-4-2020