Wezîra Almanî: "Em dixwazin ji pêdiviyên Kurdistanê agahdar bin”
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe ya li gel Wezîra Berevaniyê ya Almanya Ursula von der Leyen de, daxwaz kir ku Parlamentoya Almanya biryar bide ku alîkariyên Almanya yên eskerî ji bo Hêzên Pêşmerge berdewam bin, ji ber ku hêj metirsiya DAIŞê maye.
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Ursula von der Leyen kir, ku şandeke pilebilind û ji hikûmet û parlamentoya wî welatî ligel wezîra Almanî hatine Kurdistanê.
Di civînê de ku hijmareke rayedarên Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bûn, wezîra Almanî behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de û herwiha parastina pêkhateyên Kurdistanê û axa Kurdistanê kir û qehremaniya pêşmerge bi girîng nîşan da.
Ursela von der Leyen eşkere kir, ku armanc ji vê serdanê ew e ku “em ji nêz ve ji xwestek û pêdiviyên Herêma Kurdistanê agahdar bin.”
Di berdewamiya civîna han de şanda Almanî behsa rewşa penaberên destê terorê li Kurdistanê de kir û tekez kir li ser berdewamiya hevkariyan bo penaber û awareyên ku li Kurdistanê hatine bicîhkirin.
Di beşeke din a vê civîna de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda Almanî kir û herwiha spasiya hevpeymanan û Hikûmeta Almanyayê kir ku di rojên dijwar de û di dema êrîşîn terorîstên DAIŞê de hevkariya Kurdistanê kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha tekez li ser destpêkirina qonaxeke nû ya şerê dijî DAIŞê kir û anî ziman ku qonaxa nû qonaxa jinavbirina hizira radîkal ya DAIŞê ye.
Serokwezîr herwiha hêvî xwest ku Parlamentoya Almanyayê biryara mayîna hêzên perwerdekar yên Almanî li Kurdistanê de dirêjtir bike, herwiha Almanya li ser alîkariyên xwe yên leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hevkariyên leşkerî yên Almanya û Franseyê kir ku di rojên dijwar de bi taybetî di dema şerê dijî DIŞIê de pêşkêşî Kurdistanê kiribûn.
Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze bihêz be li Bexdayê û dixwze navçe aram be û mafên gelê Kurdistanê li gorî destûrê Iraqê bidest bên.