Wezîrê Batmanî Simsek: Eger Batman bibe bajarê mezin sas nemînin
PeyamaKurd – Wezîrê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek li memleketê xwe Batmanê mizgînê da hemşehriyên xwe yên Batmanê. Şimşek ragihand ku dibe Batman bibe bajarê mezin û got:
“Li Batmanê rûhiyeta karsaziyê û veberhênanê heye. Piştî bajarê Entabê bajarê duyem e. Nûfûs bilez zêde dibe. Eger di nêzde bibe bajarê mezin şaş nemînin. Ji ber pêşdeçûneka gelek mezin li Batmanê heye.”
Mehmet Şimşek û wezîrê gihandinê Uraloğlu bi hevre li Kulliya Necat Nasıroğlu tevlî merasima vekirina Pirtûkxana Leyla Nasıroğlu, salona konferansê ya Hatice Nasiroğlu û kursa Quranê-mala şînê ya Azze Nasıroğlu bûn. Şimşek gotinên xwe weha dewam kir:
“500 veberhêner li benda cîh ne. Vayeta 500 veberhêner tê vateya îstîhdamê. Ew sanayiya ku em niha li serê dixebitin, eger dest bi kar bikin û em 500 veberhêneran bifikirin, Batman baregeha sanayiyê ye û wê bibe baregeh.
Em niha difikirin bê em ê sanayiyê çawa bi lîmanan ve girêdin, em ê çawa malên Batmanê bigihînin welatên din. Em bi mijarên biçûk yên kesayetiyê re bilî nabin. Piştî demekî dirêj parlementerên Batmanê ne bi mijarên biçûk lê bi pirsgirêkên mezin yên makro tên seredana me. Ev jî ji bo Batmanê qazancekî mezine.