TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Derve yê Iraqê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

📅 03 hezîran 2019 15:18

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Ali el-Hekim, di peyendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

El Hekîm hêviyên xwe anîne zimên ku peyendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bibin û pirsgirkên heyî bi rêya gotubêjan bên çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiya telefonî de spasia el Hekîm kir û diyar kir ku ji bo pêşdebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê amade ne û bi heman şêweyî destnîşan kir ku divê pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de bi rêya guftugoyan bên çareserkirin.

Parve bike: