Wezîrê Derve yê Swêde: Kurdan gelekî hewil da, rola wan mezin e
PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Swêde Mikael Damberg, Kurdan di şer de, di warê parastina mafê mirovan de gelekî hewil dan. Rola wan mezin e û divê peywendiyên bi wan re bên xurttirkirin.
Wezîrê Derve yê swêdî Damberg derbarê mijarê de ji medya Kurdistanê re axivî. Wezîr Damberg got, “Peywendiyên Wezareta Derve ya Swêde bi kurdan re hene. Bi taybetî hinek kamp têne kontrolkirin. Lewra gelekî girîng e ku peywendiyên me bi kurdan re xurt bin.”
Wezîrê swêdî bal kişand ser rola kurdan di têkbirina rêxistina terorê DAIŞê û ev tişt anîn zimên:
“Di şerî de rolan kurdan karîger bû. Bi taybetî ji bo parastina mafê mirovan hewildaneke mezin dan. Bêguman dê zêdetir peywendiyên min bi wan re çêbin. Li vir divê em behsa dadgehên nabdewşetî bikin ku gelek dadgehên navdewletî hen û nabe em li dijî van tevibgerin. Em dê peywendiyên çawa bikurdan re deynin cihê pirsan e. Bi taybetî ji aliyê hikûmetê û peywendiyên hikûmetê bi kurdan re.”