TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavusoglu gihist Hewlêrê

📅 10 hezîran 2019 13:59

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo beşdarkirina merasîma sondxwarina Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi balafireke taybet gihîşt Hewlêrê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û şanda pêre ji aliyê Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin.

Îro 10ê Hezîranê bi amadebûna hejmarek ji serkirde, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê, merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.

Parve bike: