Kurdistan
Wezîrê karên derve yê Hindistanê çû Kurdistanê
PeyamaKurd- Vê êvarê wezîkrê karên derve yê Hindistanê Vermevalî Moralî Daharan çû payîtexta Kurdistanê Hewlêrê. Wezîr Daharan dê bi rêvebirên hukumeta Kurdistanê û karbidestên wê re hevdîtinan pêkbîne.
Wezîrê karên derve yê Hindistanê Daharan û heyeta pêre ji aliyê berpirsê baregeha pêwendiyên derve yê hukumeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de hat pêşwazîkirin.