Wezîrê Kurd bersiva Wezîrê Nefta Iraqê da
PeyamaKurd - Wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed Salih bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Wezîrê Nefta Iraqê Basim Mihemed da û mercên Hewlêrê yên ji bo çareserkirina pirsa benzînê eşkere kirin.
Kemal Mihemed Salih tekez kir ku Herêma Kurdistanê daxwaza dadperweriyê dike û diyar kir ku ew mîqdara 50 hezar bermîlên neftê yên niha hatine diyarkirin encama peymaneke demkî ye û da zanîn ku ev mîqdar ji pişka rastîn a ku divê ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêmê bê veqetandin gelekî kêmtir e.
Hêjayî gotinê ye Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ya ji bo danûstandinan nîşan daye, bi mercê ku Wezareta Nefta Federal hemû cûreyên sotemeniyê bi nirxê piştevankirî û li gorî rêjeya rûniştvanên Herêmê dabîn bike. Wezîr Mihemed Salih, bal kişand ser ku pişka mafdar a Herêmê ji du qatan zêdetirî vê mîqdara niha ye û spasiya wan parlamenteran kir ku di Encûmena Nûneran a Iraqê de parastina mafên Herêmê dikin.
Her wiha tekez kir ku berjewendiya welatiyan di ser her tiştî re ye û ew amadene her gotûbêjekê li ser pişka dadperwerane ya Herêma Kurdistanê misoger bike, bikin.