TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Kurd: Heta deverên Kurdistanî asayî nebin nabe sermijarî bê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 19 îlon 2019 22:36

PeyamaKurd – Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dara Reşîd, ragihand ku divê beriya serjimariya giştî li Iraqê, rewşa deverên Kurdistanî were asayîkirin û piştre serjimarî bê kirin.

Dara Reşîd di civîneke rojnamevanî de herwiha got, “Ew hêvîdarin ku armanc ji serjimarîyê pêşxistin be neku tiştekî din be.”

Wezîrê hikûmetê diyar kir, hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li serjimêrîyê dike, bi wê mercê ku bi armanca sîyasî tê de tunebe.

Li gorî biryara hikûmeta Iraqê tê çaverêkirin ku di sala 2020an de serjimariya giştî li seranserê Iraqê û herêma Kurdistanê bê kirin.

Parve bike: