TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê: Em ji bo hilbijartineke aram hemû rêkaran pêk tînin

Admin L
Nivîskar
📅 29 îlon 2021 12:36

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed peyamek li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û tê de diyar kir; ew hemû rêkaran digrin ber xwe ji bo pêkanîna zemîneke aram û guncaw ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û tekezî li ser birêveçûna hilbijartineke pak dike.

Rêber Ehmed da zanîn; serperiştiya civîneke Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinan kiriye, ji bo pêdaçûna bi planên asayîş û ewlehî û rêkaran di roja hilbijartinan de.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî ku tekezî li ser hilbijartineke azad û pak dikin, hemû rêkaran digrin ber xwe ji bo pêkanîna zemîneke aram û guncaw ji bo birêveçûna hilbijartinan.”

Parve bike: