Wezîrê Perwerdeya Sûriyê: Li Hesekê 38 hezar mamoste tevlî sîstemê bûn
PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeya Sûriyeyê Mihemed Tirko ji ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê re eşkere kir ku plana wan a ji bo yekkirina sîstema perwerdeyê li parêzgeha Hesekê û derdora wê bi serkeftî bi rêve diçe.
Tirko destnîşan kir ku armanca serekî ya vê pêngavê sepandina bernameya xwendinê ya yekbûyî ya Sûriyeyê û dabînkirina aramiyê ye di kerta perwerdeyê de.
Wezîrê Sûriyê eşkere kir, di dema borî de nêzîkî 38 hezar mamoste ku berê di bin sîwana saziyên "Rêveberiya Xweser" de kar dikirin, tomarkirina wan hatiye kirin û tevlî sîstema perwerdeya neteweyî ya Sûriyeyê bûne.
Herwiha hat ragihandin ku heta niha 2350 dibistan hatine vekirin û ji destpêka nîvê duyem ê sala xwendinê ya îsal ve, bernameya hikûmî ya fermî tê de tê meşandin.
Wezîrê Perwerdeyê bal kişand ser biryara nû ya jimare 1617 û da zanîn ku ji bo parastina paşeroj û mafên xwendekaran hinek hêsankariyên girîng hatine kirin.
Li gorî vê biryarê:
Azmûnên Giştî: Ew xwendekarên ku berê li gorî bernameyên Rêveberiya Xweser xwendine, dikarin di sala xwendinê ya îsal (2025-2026) û sala bê (2026-2027) de, li gorî heman bernameyên ku xwendine bikevin azmûnên giştî (Bakalorya û Seretayî).
Pejirandina Bawernameyan: Wezaretê rêkarên taybet derxistine daku bawernameyên (şehade) berê yên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, li gorî qanûn û rêzikên dewletê werin pejirandin (wate wergirtin).
Mihemed Tirko destnîşan kir ku ev proseya veguhastinê gav bi gav tê meşandin daku ti bandoreke neyînî li ser asta xwendekaran û malbatên wan çênebe û got: "Perwerde dê bibe pira herî girîng a ku kurên welat yek dixe û di avakirina mirov û paşerojê de xwedî rol be."