TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Pêsmerge li ser sewata zeviyan bi Wezîrê Berevaniya Iraqê re dicive

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2020 17:05

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Wezîrê Pêşmergeyên Kurdistanê Şoreş Îsmaîl li ser mijara şewata zeviyên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî, bi Wezîrê Berevaniya Iraqê Cume Înad re bicive.

Li gorî zanyariyan, hîn roja civînê nehatiye diyar kirin û lê di demeke nêzîk de ew civîn tê kirin ku wê di civînê de li ser hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê û parastina dexil û danê cotkarên Kurdistanê gotûbêj were kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev demek e zeviyên cotkarên Kurd li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, beriya çinînê têne şewitandin ku ev yek wekî planeke derxistina Kurdan ji wan navçeyan tê nirxandin.

Parve bike: