TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Pêsmerge: “Me û Bexdayê li hev kir”

Admin M
Nivîskar
📅 25 sibat 2020 02:21

PeyamaKurd- Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl bi şandekê re çû bû Bexdayê û bi wezîrê bergiriyê yê Iraqê re civiya. Babeteka civîna wan li ser mafê pêşmergeyan bû ku bi hukumeta Bexdayê lihev kirin. Şoreş Îsmaîl û heyeta di bin serpereştiya xwe de, li Bexdayê bi wezîrê Beregiriyê yê Iraqê bi Necah Şemerî re hatin cem hev.

Piştî hevdîtinê wezîrê Kurdistanê yê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bo çapemeniyê ragihand dê Bexda mafên pêşmergeyan yên darayî bişîne Hewlêrê. Şoreş Îsmaîl weha got:

“Hevdîtineka me ya darayî ya ji dil, bo mafên Pêşmergeyan bi Bexdayê re çêbû. Wezîrê bergiriyê yê Bexdayê biryarê da ku mafên 2019 û 2020an yên Pêşemergeyan bide. Biryarê da ku bo salên bê jî her wisa dewam bike. Her weha wezîrê bergiriyê ferman da komîsyonan da bo temîna asayîşa deverên di derveyê bin îdara Kurdistanê de da di demeka nêzde wê komîsyona Bexdayê bicive û seredana Hewlêrê bike.”

Deverên Kurdistanî yên ku di derveyê îdara rêvebiriya Kurdistanê de mane, her dem di bin êrîşa DEAŞê de ne û her diçe êrîş dewam dikin.

Parve bike: